ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Gelê Îranê girîngîyê nade durişmên fitnekarane yên rayedarên amerîkî

erdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên rayedarên amerîkî yên ji bo destwerdana li karên navxweyî yên Îranê pêgirî kir: Gelê Îranê girîngîyê nade durişmên fitnekarane yên rayedarên Amerîkayê.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku van rojana mêdyayên vî welatî bi hegera nerazîbûna li hemberî sîyasetên wî dide ber rexneyan, li peyameke tiwwîtêrî xwest ku dewleta Îranê rêzê li mafên gel bigire.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi şermezarkirina gotinên sivik, kirêt û bêqîmet ên rayedarên amerîkî got: Gelê Îranê bê guman pişkdarîya çalak a Trump li binpêkirina mafên mirovan ên gelên Filistîn, Behrêyn û Yemenê, boykotên li gorî kînê yên serokomarê Amerîkayê li ser gelê hêja yê Îranê di warê girtina pêşîya derbasbûna wan nav axa Amerîkayê û girtina hejmareke zêde ya îranîyên niştecihê vî welatî ku bi hecetên pûç pêk hatîye, ji bîr nake.

Qasimî herwiha got: Gelê Îranê piştgirîya fitnekarane ya rayedarên Amerîkayê ji hin kombûnên di van rojên dawîyê li hin bajarên Îranê de fêlbazîya dewleta Amerîkayê dizane.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vîya ku gelê Îranê palpişta herî mezin ji bo ewlehî û pêşketina welêt e, got: Pişkdarîya gelê Îranê li hilbijartinan ji bo kifşkirina çarenûsa xwe û çavdêrîya gel ser karên dezgehên birêvebirina welêt garantîya geşatî û pêşketina welêt û inqilaba islamî ye.

Qasimî herwiha got: Li destûra bingehîn a Komara Islamî ya Îranê nijyarên dêmokiratîk ji bo piştgirîya qanûnî ji daxwazên medenî yên gel hatine berçavgirtinê û imkana şopandina wan daxwazan di çaçrova qanûnê de heye.

Başa dön tuşu