EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Geştên esmanî yên Îranê bo welatên cîhanê bêyî tu pirsgirêkekê didomin

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hemî geştên esmanî yên Îranê bo balefirêgehên navneteweyî ji wan li Ewrûpayê bêyî tu pirsgirêkekê û her roj cih tên.

 Behram Qasimî, roja çarşemiyê wek berteka li hember weşandina  nûça derketina pisgirêkê li gîhandina  ardûyê bo balefira hilgirê wezîrê karên derve yê Îranê li Monîxê got: Ev meseleya ne tişteke  giring û  balkêş bû, belkî ji ber kurtbûna sefera wezîrê karên derve yê Îranê bo Monîxê û kêmbûna dema Muhemed Cewad Zerîf bo sefera Moskowayê,şîrketên  gîhandian ardûyê li balefirgeha Monîxê rastî hin şik û guman û sistiyên  nejdil hatin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ji bo girtina pêşiya  pêkhatina  pirsgirêkê li sefera taxima  îranî bo Rûsiyê û  amadebûna  wezîrê karên derve yê Îranê li civîna  ramangeha  Waldayê li Moskowayê, bi şopandinên cihhatî û hewahengiya  Wezareta Karên derve ya Almanyayê, bi çareserkirina pirsgirêkên ku pêk hatibûn,  gîhandina  ardûyê bo balefira taxima îranî cih hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu