Behram Qasimî, çarşemiyê şevê îdiayên dubarebûyî û rezîl û pûç ên serokwezîrê Rejîma Siyosnîtî li bara desthebûna Îranê li teqînên salên buhurî li Boynos Ayrêsê paytexta Arjantînê şermezar kir û got: Siyonîst û mafiyayên Arjantînê hewl didin ku sebebkarên rastîn ên vê kiryarê ji cizayê bifilitînin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her wiha diyar kir: Armanca îdiayên siyonîstan li bara teqîna sala 1994`an li navenda cihûyan li Arjantînê, xalifandina raya giştî ji cinayetên Rejîma dagirkirê Qudsê li warê binpêkirina mafên mirovan li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye.
Qasimî her wiha got: Em ji civaka cîhanî daxwaz dikin ku bila jibo rawestandina kuştina kesên bêguneh li Filistîna dagirbûyî- binpêkirina serweriya neteweyî ya Lubnanê û destdirêjiya berdewam ser welatên Îslamî û erebî û piştgiriya ji tevgera terorîzma dewletî ji aliyê rayedarên vê rejîma zarûkuj bi awayekî cidî bikeve tevgerê.
Li bombedanîna sala 1994`an li avahiya çandî ya cihûyan li Boynos Ayrêsê, paytexta Arjantînê, zêde ji 85 kes hatin kuştin û zêde ji 300 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyera Rejîam Siyonîstî û hin komên hevdeng jibo xalifandina raya giştî ji cinayetên vê erjîmê li navçeyên dagirbûyî, Îran tawanbar kirin ku li vê buyerê dest hebûye.
Eva li halekeê ye ku Îranê amadetiya xwe jibo hevkariya bi Arjantînê re li warê peydakirina rasitiyên vê buyerê raghandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)