Behram Qasimî bi daxûyanîyekê ku bi rêka rûpela xwe ya civakî weşand, ragihand: Hebûna misteşarên Komara Islamî ya Îranê li Sûrîyê û piştgirîya meinewî û sîyasî ji gelê bêguneh ên hin welatên islamî yên navçê ku tûşî hovîtî û şîdeta bêreje ya komên têrorîst bûne, di çarçova parastina istiqrar û ewlehîya navçê û cehanê da ye û çavlirêtî heye ku hemî welatên navçê bi helwesta erênî û pêngavên kêrhatî jibo vegerandina ewlehî û aramîyê û girtina pêşîya kuştina zêdetir a gelê bêguneh hewl bidin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Roja îro rastîyên veşartî yên navçê û sebebkarên sereke yên bêistiqrarî û bêewlehîtîyê ji her demê zêdetir jibo raya giştî aşkira bûne û xwevedizîn û berovajîkirina rastîyan idî nikare wek berê wîjdanên hişyar û haydar bixapîne.
Qasimî pêkutî kir ku wer xûya dike welatê ku divê helwesta xwe ya nerast û nekêrhatî li navçê û cehanê biguherîne, delweta siûdî ye û divê ev welata tevî rawestandina êrişên ser jin û zarokên bêberevan ên yemenî, desta ji karên neisûlî û piştgirîya ji komên têrorîst li welatên navçê nemaze li Sûrîyê bikişîne.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li dewama daxûyanîya xwe ragihand: Jibo Komara Islamî ya Îranê ewlehîya navçê, kokbirrkirina têrorîsmê, parastina yekperçetîya axa welatan û yêketîya cehana islamê û aştî û istiqrar û girtina pêşîya gefên dijminên hevpar ên welatên islamî zêdetir ji her tiştî di ewlewîyeta yekem da ne.
Qasimî pêgirî kir ku ya baş ew e ku Erebistan helwest û pêngavên xwe li navçê biguherîne û pêwîst e ku dewsa xeyalan li gorî mentiqê pêngavan rake.
Wezîrê karên derve yê Erebistanê idia kribû ku Îran divê venihêrînê li sîyasetên xwe bike ta ku tevlî civaka cehanî bibe û peywendîyên baş ligel civaka cehanî hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)