ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna civîna pêncrojî ya Konseya Hikimdarên IAEA`yê

Civîna pêncrojî ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navnetwî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li meqera vê ajansê li Vîyenê destpê bû.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA), civîna roja duşemê ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê ku bi axavtina Yokiyo Amano rêvebirê giştî yê vê ajansê destpê bû, yê heta roja 10`ê Adarê berdewam be. Hilkolandina rapora vê dawîyê ya rêvebirê giştî yê IAEA`yê li bara  pêvajoya cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê yek ji mêhwerên karên vê civînê ye.

Axaftina Amano li malpera ragihandinê ya IAEA`yê tê weşandinê. Herwiha biryar e ku Amano li civîneke rojnamevanîyê pişkdarîyê bike.

Hilkolandina belgeyên curbicur ên Ajansê ji wan belgeya çavxişandina ser ewlehîya navokî di sala 2017`ê da, çavxişandina ser têknolojîya navokî-2017`ê da, ceribandina rastbêjîyê û çavdêrîya navokî ya Ajansê li Îranê li gorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY, cihanîna rêketinamên têkildarî çavdêrî û kontrolkirinê li Koreya Bakûr û damezirandina Banka uranyoma Zengînkirî ya di asta kêm da, ji wan mêhweran in ku yê di vê civîna pêncrojî da bên hilkolandinê.

Civîna Konseya Hikimdarên IAEA`yê bi awayê nihênî û bêyî amadebûna nûçegihanan tê lidarxistinê.

Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê rapora xwe ya herî dawîyê ku bi awayekî giştî hefteyekê berî civîna Konseya Hikimdaran belav dike, daye ber destê nunerên 35 welatên endamê Konseya Hikimdaran.

Eva li halekî ye ku li gorî rapora gellek mêdyayan ji wan kanala CNN`ê, dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku pêrgî piştgirîya cehanî ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bû, berovajî axavtinên destpêkê yên Trump li dijî vê rêketinamê, idî li dijî vê rêketinamê qise nake (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu