FilistînNûçeRojhilatanavin

Amadetiya Filistîniyan ji bo beşdariya li pêncemîn îniya xwenîşandana Mafê Vegerê

Bi sedan filistînî ji vê sibê bi awayek berfierh berê xwe dane navçên sînorî yên zîvala Gazayê da ku beşadrê pêncemîn îniya xwenîaşndana mezin a Vegeryanê ser navê Îniya ciwanên inqilabî bibin.

 Li gorî rapora  navenda raghandinê ya Filistînê, armanac dewama meşa “ mafê vegeryanê“ wek hereketa  nerazîbûnê ya sembolîk a Filistînê ku pêleke  dilgiraniyan ji bo rayedarên  Rejîma  dagirkirê Qudsê pêk aniye, sekinîan ser vegeryana  filistîniyan bo bajêr û welatê xwe ye ku bi zorê  ji wir hatine koçberkirin.

Li gorî vê raporê,qûça  lidarxistina  “ meşa mezin a “ Mafê Vegeryanê“ hevagvê roja  Nikbetê li 15 Gulanê ye ku  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê raghandiye ku dê hîngê  balyozxana  Emerîkayê ji Telavîvê diguhezîne  Qudsê.

Li gorî ragahndina  Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ji destpêka  meşa mafê vegeryanê li zîvala  sînorî heya niha 21 filsitînî  endameke leşê xwe ji dest dane.

Ji destpêka vê meşê li 30 Adara buhurî heya niha 42 filistînî bi derba gulla dagirkirên  siyonîst hatine şehîdkirin û zêde  5500 kesên din jî birîndar bûne ku halê deh kes ji wan xirab e.

Piştî van cinayetên Rejîma Siyonîstî piraniya welatên cîhanê  ji wan Yekitiya Ewrûayê bi 28 endaman, kuştina xelkê sivîl şermezar kirin û daxwaza betalkirina  dorpêça Gaazyê kirin.

Başa dön tuşu