ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Heke Ewrûpa bêsozîyê bike, Îran yê venihêrînê li biryara xwe bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Heke welatên ewrûpî sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî da cih neynîn, Îran dê pêbendîya xwe li vê rêketinameyê venihêre.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Behram Qasimî di hevpeyvîna digel Kanala Rusia Al Yawmê derbarê mêkanîsma taybet a darayîyê ya YE`yê ji bo hevkarîya aborî bi Îranê re got: Tevî ku ewrûpî di warê birêxistina wê mêkanîsma fînansî da mane derengîyê, Îran bi nêta xêrê serederîyê dike.

Qasimî herwiha got: Welatên ewrûpî û wajokirên din ên Rêketinama Atomî ya digel Îranê hez dikirin ku bi dû vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinamê, Îran pêbendê vê rêketinamê be û ew bi hev ra bi awayekî pê mêkanîzmên fînansî yên kivş kar bikin ta ku boykotên Amerîkayê bêbandor bibin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Îran yê hewil bide ku bandorên xirab ên boykotên Amerîkayê dijî gelê Îranê ji nav bibe, ev şîyana li welêt heye ta ku bikare sîyasetên xirabker ên Amerîkayê jî pûç bike.

Qasimî herwiha got: Îran bi şîyana netewî û aborî dikare bi alîkarîya welatên serbixwe hewcedarîyên xwe yên pêwîst dabîn bike û ev qonaxa yê bi awayekî xurt were derbaskirinê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di dawîyê da got: Îranê rêbazên curbicur ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li deverên curbicur ên cîhanê û welatên herêmê hene û hewil dide ku peywendîyên baş ên digel welatên navçê bidomîne.

Başa dön tuşu