Qasimî: Hêzên serbazî yên Îranê her cure liv û tevgerekê dişopînin
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got, hêzên serbazî yên Îranê her cure guhertin û tevgerekê li Kendava Farsê dişopînin û çavdêrîyê ser wan dikin.
Li gorî rapora dayra çapemenîyê ya wezareta karên derve ya Îran, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li gotûbêja ligel ajansa nûçan a ILNA`yê, herwiha got: Hemî dezgeh û sazîyên têkildar li warê sekinîna li hemberî her cure êrişa ihtimalî û parastina sînorên deryayî û bejayî yên Îranê da, sîyasteke yekgirtî dişopînin û hevdeng in.
Behram Qasimî, li bara zêdebûna rûbirûbûna qayiqên serbazî yîn Îranê û paporên amerîkî û idiaya rayedarên Waşîngtonê li warê ihtimala rûbirûbûna Îranê û Amerîkayê got ku gellek ji van bûyerana ku hinek ji wan ji alîyê mêdyayên rojavayî va tên mezinkirinê, xwezayî ne.
Qasimî bal kişand ser hebûna hêzên serbazî yên bîyanî li Kendava Farsê û bibîr xist, hêzên serbazî yên Îranê ku erka parastina sînorên Îranê cih tînin, jibo parastina mafê serwerî û yekperçetîya axa welêt bi awayekî hûn û kûr her cure hewldan û liv û tevgerekê li vê deverê dişopînin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ediland ku heke hêzên bîyanî bixwazin nêzîkî sînorên Îranê bibin û qesda binpêkirinê hebin, hêzên îranî yê bersiveke giran bidin (BANGÊ ÎSLÂMİ).