EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcêrdî: Gotinên Mêrkêlê nîşana pîlaneke nû dijî Îranê ne

Elaedîn Birûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê gotinên dijî Îranê yên serokwezîra Almanê nîşana pîlaneke nû dijî Têhranê dan zanîn.

Elaedîn Birûcêrdî, serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Tesnîmê , gotinên dijî Îranê yên xanima Mêrkêl serokwezîra Almanê nîşana pîlaneke nû dijî Têhranê dan zanîn û destnîşan kir; Mixabin ev gotinên xanima Mêrkêlê dijî karayiyên mûşekî yên Îranê nedirust in, ji ber ku ev gotin hem siyasî ne û hem jî qet fenî nînin.

Elaedîn Birûcêrdî, bal kişande ser viya ku Îran pêbendî naveroka rêketina navokî ya di navbera xwe u grûpa 5+1`ê ye u destnîşan kir, şîyana mûşekî ya Îranê bitamî bona berevaniyê ye û Îran ji vê karayiyê bona berevaniya ji axa xwe istifade dike loma tu heger tune ku hinek hizir bikin ev karayiya bona navçê û welatên din wekî gefekê ye ji ber ku me bicaran ragihandiye ku em bona qahîmkirina sîstema berevaniya ji welatê xwe qudreta xwe ya mûşekî zêde dikin.

Serokê komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya Meclisa şêwra islamî ya Îranê heta eger hinek ji bara birek ji daxûyaniyan diaxivin pêwîste bizanibin ku xebatên mûşekî yên Îranê li çarçîva rêketina navokî da nîne û emv mûşekana bona berevaniya ji axa Îranê ne.

Elaedîn Birûcêrdî herwisa got: Pêwîst e ku meclis û dewletê bi hişyarî li hemberî vê pîlanê rawestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu