ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: “Îdiaya dijî Îranê ya Adil Cuber pêkenî û bêbingeh e“

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî bi gotina vê yekê ku Têhranê ji yekem demjimêrên destdirêjiya Erebistanê li ser Yemenê ew şermezar kiribû û daxwaza rawestandina şêrr kiribû, got: “Dubarekirina îdiayên derew li civîna Riyazê dê ji berpirsiyariya însanî û navneteweyî ya kesên ku cinayetên diltezîn pêk anîne, kêm neke“.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku çareseriya kêşeyên Yemenê girêdayiyê rawestadnina şêrr û şandina alîakriyên însanî û gotûbêja giştalî navbera hemî komên yemenî ye, ji beşdarên li civîna Riyazê ra got ku bila şaşitiyên xwe nedomînin û bi lêborînxwaziya ji gelê Yemenê rewşê ji bo rawestandina şêrr û destpêkirina gotûbêjên giştalî dabîn bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu