BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îdiayên Behrêynê li dijî Îranê pûç û bêbingeh in

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îdiaya teze ya rayedarên behrêynî li bara têkiliya komek qaşo têrorîst a kifşbûyî digel Îranê pûç û bêbingeh da zanîn.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karlên derve ya Îranê roja duşemiyê got: Dewleta Behrêynê baştir ev e ku dewsa helahelaya bêencam û hertimî, hewildana xwe ji bo berçavgirtina mafên welatiyên behrêynî, bidawîanîna tepeserkirin û girtina aliman û raberkirina azadiyê bo hemî çîn û qatên civaka Behrêynê bi kar bîne.

Qasimî her wiha got: Ecêv e ku rayedarên behrêynî hema wisa israr dikin ku îdiayên xwe yên derew, bêbingeh û bêencam li dijî Komara îslamî ya Îranê bidomînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê şîret li dewleta Behrêynê kir ku bi berçavgirtina cînaretiya baş digel cînarê xwe yê bakurî anku Îranê, dawî li tawanên bêçine û bêbingeh û pûç ên xwe bîne û pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi saya hişmendî û aqilmendiya zêdetir çareser bike.

Wezareta karên hundir a Behrêynê roja yekşemiyê qala girtina komeke qaşo têrorîst kir û di dewama hilêxistina tawanên bêbingeh û li pey hev li dijî Îranê ragihand ku di navbera van kesan û Îranê da têkilî hebûye(BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu