Qasimî, Îdiayên rayedarên Behreynê pûç û bêbingeh da zanin
Berdevkê wezareta karên derve ya îranê îdiaya nû ya berpirsên behreynî li bara peywendiya Îranê tev meselên navxweyî yên Behreynê bêbingeh da zanîn.
Ehmed El-Hemadî serokê dozgeriyê sûçên terorîstî ay Behreynê şemiya buhurî li bara keşfkirina li gorî gotina wî grûpeke terorîstî ya 54 kesî agahî da û îdia kir 12 kes ji endamên vê grûpê ji Îran û Iarqê û kesek jî ji Almanyayê tevlî grûpa terorîstî hatine peyda kirin.
Behram qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê siba duşemiyê bi redkirina îdiayên nû yên rayedarên Behreynê got : Hukimdarên Behreynê nikarin meselên xwe yên navxweyî çareser bikin û bersiva pêkan bidine xwestkên medenî û bi aşitî yên welatiyên xwe û carnan nerazîbûnên gelê vî welatî bi Îranê va girê didin.
qasimî her wiah got : xwelêhaydana ji meselan şêwaza hevpar a hemî sîstemên serkutker e ku bi gelê xwe re pirsgirêkan wan çê dibe û ev şêwaza ti carî alîkariya çarserkirina qeyranan nake.
Wî tewsiye li dewleta Behreynê kir ku dewsa xebitandina şêwazên mensûx û sekinîna ser nihêrîna ewlehiyê bila hewl bidin bi sedaqet û edalet û parastian prensîpên exlaqî tev gelê xwe reftraê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)