IraqNûçeRojhilatanavin

Dadgeha Iraqê biryar li ser ji kar dûrxistina Falîh Feyyad red kir

Dadgeha îdarî ya Iraqê biryar li ser ji kar dûrxistina rayedarek payebilind ê Iraqê red kir.

Îro 15.10.2018ê dadgeha îdarî ya Iraqê biryara dawî derbarê dosyaya Falih Feyaz, ku şêwirmendê asayîşa niştimanî yê Iraqê bû da.

Ji berk u Falih Feyaz hewl da rikberiya Heyder Ebadî bike bo wergirtina serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê, ji aliyê Ebadî ve roja 30.08.2018ê ji erk hate dûrxistin.

Dadgehê jî biryara serokwezîrê demkî yê Iraqê Heyder Ebadî red kir û biryara wegera Falih Feyaz bo şêwirmendê saziya asayîşa niştimanî û serokê milîsên Heşdî Şeibî da.

Başa dön tuşu