ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îran girîngîyê nade gotinên destwerdanê yên rayedarên amerîkî

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê gotinên destwerdanê yên rayedarên wezareta karên derve ya Amerîkayê ret kirin û got: Dewlet û gelê Îranê tu wexta girîngîyê nadin gotinên destwerdanê yên rayedarên amerîkî.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta karên derve ya Amerîkayê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Her cure têkilkirin û girêdana meseleyên navxweyî yên Îranê û hikmên dadwerîyê yên serbixwe yên dadgehên Îranê li bara sûckar û sîxorên bîyanî bi rewşa navnetewî ya kar û sermayedanînê li Îranê ra, mînaka hewldana bêtûne û bêencam jibo bandordanîna ser pêvajoya hevkarîyên cîhanî ligel Komara Islamî ya Îraên ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê gotinên neberaqil ên rayedarên Amerîkayê mînakeke din a xeyseta destwerdanê ya dewleta vî welatî zanî û got: Bêguman gefên sergirtî, neberaqil, netenê kêrhatî nînin belkî dibin sedema bilindbûn û xurtbûna dîwarê nebawerîya gelê Îranê li bara Amerîkayê.

Qasimî pêgîrî kir ku dewlet û gelê Îranê tu girîngîyekê nadin gotinên destwerdanê û sîyasetên zêdewazîyê yên rayedarên amerîkî û hewldana jibo birêxistina duberekîyê di nav çîn û qatên gelê Îranê li hemberî sîyasetên destwerdanê yên rayedarên Amerîkayê heta niha bikêr nehatîye û ji vir pê va jî bikêr nayê.

Dozgerê Têhranê duh ragihand ku Baqir Nemazî, Sîyamek Nemazî, Ferhad Ebdsalih, Kamiran Qadirî, Nizar Zeka û Elîriza Omîdwar bi tawana sîxorîyê û hevkarîya ligel dewleta Amerîkayê jibo her yek ji wan cezaya 10 salên hepsê hatîye kifşkirinê.

Bi dû vê nûçeyê, wezareta karên derve ya Amerîkayê bi daxûyanîyekê ji ber hikmê cezayê yê jibo Sîyamek Nemazî û baqir Nemazî ku welatîyê amerîkî ne, dilgiranîya xwe nîşan da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu