Qasimî: Îran wek piştgirê dewleta Sûriyê li vî welatî de ye
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê tim wek alîgirê dewleta Sûriyê di vî welatî de ye û alîkariyên xwe yênmisteşarî heya dema ku dewleta Şamê bixweze, dê bidomîne.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna heftiyê li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê li beşa dervey sînoran û hin nûçegîanên din li bara alugurên Idlibê, bakurê rojava Sûriyê û siyastên Têhranê li vê barê bal kişand ser sefera heftiya tê ya Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê bo Tirkiyê û her wiha sefera îro bo Sûriyê û got: Navça Idlibê wek dawîn çepera terorîstan ji mijarên pir aloz û tevlîhev e tevî ku dewleta Sûriyê ji bo kutakirina vê karesatê cidî ye.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê destnîşan kir: Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên terorîstên bicihbûyî li Idlibê, terorîst dilgiran kirine û wan hellahella û propagendeyên neyînî li vê barê bi rêxistine lê divê bizanibin ku dewleta Sûriyê wek dewleteke serbixwe mafê xwe heye ku li hember terorîstan berevaniya welatê xwe bike.
Qasimî bal kişand ser civîna rayedarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li bara Sûriyê ku îniya heftê Îlonê li Îranê tê lidarxistin û got: Îran li bara vê civînê geşbîn e û ser vê bawerê ye ku gotûbêja li bara rewşa Sûriyê dikare bo vî welatî û rawestana li ber terorîzmê serketî û kêrhatî be.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara muzakirên têkildarî rêketina navokî û pêşniyarên raberbûyî ji aliyê Ewrûpayê jî got: Îran û Ewrûpa li bara warên curbicure aborî, pereyî û bankî gelek gotûbêj kirin lê pêşniyarên raberbûyî hela jî ne li gor çavrêtiyên Îranê ne û neghêştine qonaxa eseh û dawiyê.
Qasimî hêvî kir: Ewrûpa bikaribe di dema mayî de ji vê ezmûna mezin serbilind derkeve û Îranê razî bike.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara alûgurên siyasî yên Iraqê û hewldana aliyên curbicure siyasî yên welatê hanê li damezrandina kabîna nû got: Hilêxistina hin helwestan li hember vê meselê Îran di pêkhateya siyasî ya nû ya Iraqê rola xwe hebûye an heye bê bingeh û pûç e û bersivên pêdivî hatine dayîn.
Qasimî destnîşan kir: Îran ji sîstema ku gelê Iraqê wek dewleta nû hilbijêrin, rêzê digre û peywendiyên du welatên cînar bi berçavgirtina cînaretiya baş û a yekperçetiya erdê hev dê werin domandin.
Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara sefera Alîster Bêrt, alîkarê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê li karûbarên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê bo Têhranê jî got: Ev sefera li çarçoveya seferên naskirî navbear her du welatan bû ku dewra derbasbûyî ya van gotûbêjan li Londonê û civîna dewra dawiyê jî li Têhranê û bi beşdariya alîkarê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê hat lidarxistin.