ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranê hîç wextekê daxwaza hevdîtina digel Trump nekirîye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, idiaya Nikki Haley nunera Amerîkayê li NY a daxwza Îranê ji bo hevdîtina digel serokomarê Amerîkayê li rex civîna Civata Giştî ya NY pêkenî û derew zanî.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro herwiha got: Gotinên bi vî rengî an hilêxistina nûçeyên pûç, planeke mêdyayî û rewanî ye û haya Îranê baş ji van babetana heye.

Qasimî pêgirî kir: Ji hêla Komara Islamî ya Îranê ve qet daxwaza hevdîtina digel Donald Trump serokomarê Amerîkayê nehatîye hilêxistin.

Rayedarên Komara Islamî ya Îranê bi caran pêşnîyara Amerîkayê ya muzakireya digel Îranê ret kirine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî di 13`ê Tebaxa îsal de di hevdîtina digel bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên gelê Îranê derbarê muzakireya digel Amerîkayê de pêgirî kir: Em bi amerîkîyan re ji ber delîlên deqîq, ezmûna berê û zîyanên zef ên muzakireya digel rêjîmeke sextekar û zorbêj muzakirê nakin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî di 15`ê Tebaxa îsal de ragihand: Amerîkayê bi karên ku kirine, şert û mercên muzakirê ji nav birine.

Başa dön tuşu