ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranê hîn ser beşdariya li civîna Brukselê li bara Sûriyê ti biryar nedane

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku nûçeyên hatî weşandinê li bara beşdariya wezîrê karên derve yê Îranê li civîna navneteweyî ya Sûriyê li Brukselê nayên piştrastkirin û diyar kir: Îranê hîn li bara beşdariya li vê civîna navneteweyî ti biryar nedane.

 Behram Qasimî, pênşemiyê şevê her wiha diyar kir: Îran jibo beşdariya li civîna navneteweyî li bara Sûriyê yanê“ Berpirsiyariyên  Alîgirên Aborî piştî civîna Londonê“ hatiye vexwendinê lê Têhran niha mijarê  hildikole û beşdariya wezîrê karên derve yê Îranê li vê civînê hîn kivş nebûye.   Pêştir hin medyan ji zarê rayedarekî Yekitiya Ewrûpayê ragihandibûn ku Zerîf jibo beşdariya li vê civînê dê sefera Brukselê bike.

Civîan navneteweyî ya li bara Sûriyê ser navê “ Berpirsiyariyên  Alîgirên Aborî piştî civîna Londonê“ dê roja çarşemiya tê li Brukselê bê li darxistin.

Li civîna Londonê ku par hat lidarxistin soza alîkariya  zêde ji 10 milyar dularî jibo avedankirina  Sûriyê hat dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu