ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranê hîn tu peyamekê ji Kuweytê wernegirtiye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, li ser vê yekê ku biryar e Kuweyt peyama endamên Konseya Hevkariya Kendava Fars`ê veguheze Îranê, ragihand, Têhranê heya niha ev peyama wernegirtiye.

Xalid Carelah, alîkarê wezîrê karên derve yê Kuweytê, ragihandiye welatê wî biryar e peyamekê ji aliyê welatên endamê Konseya Hevkariya kendava Fars`ê, radestî Îranê bike.

Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, roja şemiyê got, her dema ku pêşniyarek were wergirtin, Komara Îslamiya Îranê wê mijarê bişopîne û wê li ser wê biryarê bide.

Xalid Carelah, gotiye, peywenndiyên bi birayên îranî jibo kivşkirina demeka guncav jibo raberkirina peyama welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Fars`ê jibo Tehranê, cih tên.

Welatên Erebistan, Behrêyn, Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, Kuweyt, Uman û Qeter, şeş welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Fars`ê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu