CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranê tivdîrên pêwîst ji bo sekinîna li hemberî boykotên nû yên Amerîkayê kirine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser destpêbûna dewra nû ya boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê di 4`ê Mijdarê de û pêgirî kir: Îranê li gorî pêşbînîyên ku derbarê sîyaseta zêdexwazîyê ya Amerîkayê de hebûn, tîvdêrên pêwîst kirine.

Behram Qasimî herwiha got: Danîna rojhejmêrê ji bo sepandina dubare ya boykotan ser Îranê li malpera Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de, karekî pêkenî û zarokane ye.

Qasimî bi gotina vê yekê ku armanca Amerîkayê derheq karên bi vî rengî de, birêxistina şerê rewanî yê berfire li dijî gelê Îranê ye, dîyar kir: Boykotên ku Amerîkayê dixwest bi zexta ser civaka cîhanî li ser Îranê de bisepîne, tu encamek bi dest nexistin û pişka zêde ya karên wan ên ji bo zordayîna ser şirket, navendên aborî û bankan ji bo poşmankirina wan ji karkirina digel Îranê, pêrgî işkestê bûye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir: Amerîka di warê karên li dijî Îranê de dîsan yê pêrgî işkestê bibe.

Dewra yekem a boykotên Waşîngtonê li dijî Têhranê di 7`ê Tebaxê ve destpê bû û dewra duyem jî yê ji 4`ê Mijdarê ve destpê bibe.

Başa dön tuşu