ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îranîyan civakên mirovantiyê kirine deyndarên xwe

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê li peyamekê, destpêbûna sala 1396`an a koçî- tavî, li gelê mezin ê Îranê û malbata mezin a îraniyan li seranserê cîhanê pîroz kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî, roja duşemiyê destnîşan kir: Neteweyê mezin û pêkhînerê şaristaniyetê yê Îranê, di dirêjahiya dîroka xwe ya pirrcoş û geş da, netenê li avakirina Îranê belkî li pêşketin û geşepêdana şaristaniyeta mirovantiyê û jordabirina çanda cuwan a insanî û veguhestina şaristaniyetekê bo her derê cîhanê, roleka girîng lîstiye.

Qasimî got: Îranî li her demeka ji dîrokê û li her dera vê jêografiya cîhanî, şopek ji zanist û edeb û çand û hunera xwe bi cî hêlane û şaristaniyeta mirovantiyê û civak û welatên curbicur kirine deyndarên xwe.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha got: Gelê mezin ê Îranê û malbata mezin a îraniyan li seranserê cîhanê, di sala buhurî da karîn tevî hemî berbend û pirsgirêkên navxweyî û derveyî, meşa xwe ya ber bi pêş di hemî waran de bidomînin û gellek şanaziyan di warên curbicur ên ji siyasetê bigire heya bazirganiyê û ilm û zanist û çand û hunerê de, bi dest bixe.

Behram Qasimî, destnîşan kir: Li germegerma pirkêşe û biqeyran a niha ku agirê şerr û tirs û terorê ji welatên dûr û nêzîk ve gurr dibe, Îranê û îranîyan alaya aştî û aramiyê girtine destê xwe û banga dostî, gotûbêj û mirovantiyê dikin.

Qasimî destnîşan kir: Îraniyên li derveyî welêt, roleka pirr binirx û kêrhatî li nasandina zatê paqij û çanda resen û hunera esîl û şerafeta insanî ya Îran û îraniyan bo xelk û rayedarên cîhanê hene û li gorî mukurhatina mazûvanên xwe ji civakên herî baş û çalak û bibandor ên kêmaneyên li welatên din in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu