ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Iraqa yekperçe yê garantîya berjewendîyên hemî gelê vî welatî be

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, Iraqa yekperçe, aram û dêmokirat, yê garantîya berjewendîyên hemî gelê vî welatî bi hemî qewm û mezhebên wî welatî be.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, îro wekî berteka li hemberî biryara yekalî ya Herêma Kurdistana Iraqê têkildarî lidarxistina giştpirsîya serxwebûnê, herwiha got: “Helwesta bingehîn û zelal a Komara Islamî ya Îranê, piştgirîya ji yekperçetîya ax û gelê vî welatî ye“.

Qasimî herwiha got, “Herêma Kurdistana Iraqê beşeke vî welatî ye û biryarên yekalî û derveyî isûl û çarçêvên netewî û destûrî nemaze destûra bingehîn a Iraqê ew jî di rewşa lihevalîyayî ya vî welatî û navçê da û plana xêrnexwazan jibo dewama alozîyê li Iraqê, yê tenê bibe sedema pirsgirêkên nû li vî welatî“.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: “Iraq roja îro zêdetir ji her demekê hewcedarê aramî û tifaqa netewî ye û nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da jî divê di çarçova gotûbêjan û hevdufemkirina netewî û li gorî destûra bingehîn a Iraqê bên çareserkirin“.

Partîyên kurd ên iraqî çarşema buhurî bêyî pişkdarîya Komela Islamî ya Kurdistana Iraqê û Tevgera Gorranê, bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê re civîyan û biryar dan ku giştpirsîya  ê herêmê di 25`ê Îlona îsal da bê lidarxistin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu