Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, berêvariya şemiyê li daxuyaniyekê mixabiniya xwe ji ber bûyera jordaketina balafireka veguhestinê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan welatiyên qirqîzistanî, diyar kir û sersaxî da dewlet û gelê vî welatî û hevxemiya xwe bi maiyên vê bûyera tal diyar kir.
Roja duşemiyê di encama jordaketina balafireka barhilgir a xeta hewayî ya Tirkiyê li taxeka xelktêde li nêzîkî Bîşkeka paytexta Qirqîzistanê de, 37 kes hatin kuştin.
Balafira hanê ji Hongkong`ê va ber bi Stenbolê diçû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)