CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Mudaxileya Amerîka li Venezuelayê eşkera û nerewa ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li hemberî mudaxileya biyanî li karûbarên Venezuelayê û her kiryareke nerewa û neqanûnî yên wek darbeyê û kiryarên li dijî xelkê Venezuelayê, piştgiriyê dide hikûmet û netewê vî welatî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro hêvîdariya xwe diyar kir ku her dijberî û pirsgirêkeke siyasî li Venezuelayê bi destê netew û hikûmeta vî welatî û bi bikaranîna rêçareyên qanûnî û biaştî li demeke kurt çareser bibe.

Li çend mehên dawiyê alozî û nearamî û xwenîşandanên dijberên hikûmeta Venezuelayê berdewam dikirin. Amerîkayê jî bi bikaranîna boykot û piştgiriya ji dijberên hikûmeta Venezuelayê hewl daye ku hikûmeta qanûnî ya Venezuelayê ku li dij siyasetên Amerîkayê ye ji nav bibe.

Başa dön tuşu