ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Plana Erebistanê ya li dijî Îranê ji ber pirsgirêkên navxweyî yên siûdiyan e

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku pêşniyara avakirina Yekitiya Welatên Kendava Farsê bêyî beşdariya Îranê û derxistina Komara Îslamî ya Îranê ji Rêxistina Hevkariya Îslamî, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Erebistanê ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî roja duşemiyê li civîna hefteyê tev nûçegihanên navxweyî û biyanî bal kişand ser vê yekê ku Erebistan ewqas  maqûl nîne û got ku siûdî riyeke şaş diçin ku hin  dîktatirên berê pêştir ev riya dane ber xwe.

Qasimî her wiha hêvî kir ku Rêxistina Hevkariya Îslamî dewsa pêkanîna  bêtifaqiyê, nifretê li cîhana Îslamê, bala xwe bide ser rola xwe ya  bingehîn, ji ber ku li pêşerojê divê bersiva  kiryarên xwe li hember welatên islamî bide.

Wî li bara plana Stefan Dê Mîstora nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê ku dê bibe sedema  parvekirina  vî welatî jî got: Raberkirina van planan  berwext e û tu yek ji wan palanan ji ber aloziya meydanî û siyasî ya Sûriyê negihêştine qonaxa cihanînê.

Qasimî li bersiva  pirsa nûçegiahnê me li bara amadetiya  Kuweytê jibo mazovaniya ji NATO`yê jibo berfirehkirina  hevkariyên  Kuweytê bi vê rêxistinê re tekez kir: Ewlehî û aramiya li navçê tenê bi hevkariya  welatên navçê pêk tê û hizûra hêzên biyanî li navçê ti carî nekariye pirsgirêkan çareser bike.

Berdevkê wezareta karên derve  ya Îranê li bara helwestên  serokkomarê bijartî yê Emerîkayê û şêwirmendên wî li bara rêketinnama navokî jî destnîşan kir Îran jibo rawestana  li hember bertekên curbicur  amade ye û ger bizanibe  aliyê emerîkî dixweze karekî breovajiyê rêketinnama navokî bike dê pêngavên pêdivî rake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu