Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got ku pêşniyara avakirina Yekitiya Welatên Kendava Farsê bêyî beşdariya Îranê û derxistina Komara Îslamî ya Îranê ji Rêxistina Hevkariya Îslamî, ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Erebistanê ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî roja duşemiyê li civîna hefteyê tev nûçegihanên navxweyî û biyanî bal kişand ser vê yekê ku Erebistan ewqas maqûl nîne û got ku siûdî riyeke şaş diçin ku hin dîktatirên berê pêştir ev riya dane ber xwe.
Qasimî her wiha hêvî kir ku Rêxistina Hevkariya Îslamî dewsa pêkanîna bêtifaqiyê, nifretê li cîhana Îslamê, bala xwe bide ser rola xwe ya bingehîn, ji ber ku li pêşerojê divê bersiva kiryarên xwe li hember welatên islamî bide.
Wî li bara plana Stefan Dê Mîstora nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê ku dê bibe sedema parvekirina vî welatî jî got: Raberkirina van planan berwext e û tu yek ji wan palanan ji ber aloziya meydanî û siyasî ya Sûriyê negihêştine qonaxa cihanînê.
Qasimî li bersiva pirsa nûçegiahnê me li bara amadetiya Kuweytê jibo mazovaniya ji NATO`yê jibo berfirehkirina hevkariyên Kuweytê bi vê rêxistinê re tekez kir: Ewlehî û aramiya li navçê tenê bi hevkariya welatên navçê pêk tê û hizûra hêzên biyanî li navçê ti carî nekariye pirsgirêkan çareser bike.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara helwestên serokkomarê bijartî yê Emerîkayê û şêwirmendên wî li bara rêketinnama navokî jî destnîşan kir Îran jibo rawestana li hember bertekên curbicur amade ye û ger bizanibe aliyê emerîkî dixweze karekî breovajiyê rêketinnama navokî bike dê pêngavên pêdivî rake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)