İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî: Rapora têkildarî mafên mirovan a dijî Îranê, sîyasî û dûrî insafê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê rapora têkildarî mafên mirovan ku li gorî armanc û xerezên sîyasî û bi dilê hin welatên kifş û taybet hatîye amadekirinê, bi fermî nas nake.

Asime Cehangîr raportera Konseya Mafên Mirovan a NY li karên Îranê li yekemîn rapora xwe ya dijî Îranê, ji ber hejmara îdamkirinan û pêvajoya têkoşîna li hemberî madeyên hişber li Îranê dilgiranbîya xwe nîşan daye û Têhran tawanbar kirîye ku azadîya axavtin û nêrînê û azadîyên şexsî binpê dike.

Li gorî rapora dayra giştî ya çapemenîyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê îro wekî berteka li hemberî vê raporê got: Armanca vê raporê, rewşkirina rewşa mafên mirovan li Îranê bi rênîşandayîna hejmarek welatan li Konseya Mafên mirovan e.

Behram Qasimî pêkutî kir: Gellek ji welatên piştgirê rapora mafên mirovan a li dijî Îranê, karnameyeke reş û neinsanî di warê mafên mirovan da hene û hema ev mijara hegereke qahîm têkildarî bêhitbarbûna helwesta li dijî Îranê ya di vê raporê da ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Rapora têkildarî mafên mirovan a li dijî Îranê anegorî lêzanînên nerast û nirxandin û texmînên bêbingeh li bara rewşa mafên mirovan a Îranê û li gorî çavkanîyên bêhitbar hatîye amadekirinê.

Wî bi gotina vîya ku raportera taybet çavên xwe ser pêşketinên curbicur ên Îranê di warê mafên mirovan da girêdane û bibîr xist: Tevî ku Îran bijartina raportera taybet narewa û nekêrhatî dizane, di çarçova hevkarîya ligel dezgeha mafên mirovan a NY û bi armanca serrastkirina helwesta raportera hanê yê hewl bide ku ligel raportera nû danistandineke kêrhatî bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutî kir: Helwesta sîyasî û bi dilê xwe û berçavnegirtina binpêkirina mafên mirovan ji hêla welatên din û komên têrorîst va, encamek bilî lawazbûna mafên mirovan li asta dinyayê tine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version