ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Rapora wezareta karên derve ya Amerîka ya mafên mirovan, bi xerez, siyasî û redbûyî ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamikya Îranê, berêvariya şemiyê, wek berteka li hember weşandina rapora salê ya mafên mirovan a wezareta karên derve ya Amerîkayê, got: Ev rapora bi xerez, siyasî û redbûyî ye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Behram Qasimî, destnîşan kir: Ev rapor, Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî nedirust nîşan dide.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha got: Dewleta Amerîkayê li ser şehediya raporên bi hitbar ên navneteweyî, ne tenê xwe wek yek ji binpêkerêîn mafên mirovan li cîhanê dide nasîn, belkî bona piştgîriya ji binpêkerên naskirî yên mafên mirovan yên wek Rejîma Siyonîst û hin welatên paşverû yên navçê jî roleka girîng dilîze, evana ew welat in ku karesatên mezin li navçê pêk anîne.

Qasimî tevî şermezarkirina buxtanên ku Amerîka dike, dîyar kir: Ya baş ew e ku dewleta Amerîkayê dewsa destwerdana li karên navxweyî yên welatên din û nirxandina rewşa mafên mirovan li cîhanê, zûka pêngavên pêwîst ji bo piştgirîya ji mafên mirovan li nav vî welatî rake û li hemberî binpêbûna berfire ya mafên mirovan li welatên hevpeymanê Waşîngtonê bertekê nîşan bide.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê li rapora xwe ya salê ya Rewşa Mafên Mirovan ku şeva buhurî hat weşandinê, wek berê buxtanên dijî Komara Islamî ya Îranê dubare kirin.

Li rapora salê ya Mafên Mirovan a Amerîkayê di sala 2017`ê de, careka din bêyî berçavgirtina cidatîyên çandî, civakî û zemîneyên mezhebî, berçavnegirtina tişta ku mafên Hokoseksoêlan hatîye binavkirin yek ji mêhwerên buxtanên dijî Îranê ye.

Başa dön tuşu