ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Serokkomarê Emerîkayê rewşa navçê baş nas nake

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê diyar kir: Serokkomarê Emerîkayê rewşa navçê, dîrokê û taybetmendiyên gelên wê û alugurên salên buhurî baş nas nake.

 Behram Qasimî,  Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja îniyê li gotûbêja bi ISNA`yê re destnîşan kir: Şêwirmendên  bi nav û deng ên  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê mixabin  bêyî ku berjewendiyên  gelê vî welatî nas bikin,  bi raberkirina  lêzanînên  şaş ku  ji hin komên terorîstî û hogirê mudaxilekirina Emerîkayê li karûbarên navça Rojhilata navînê, dibin sedema xerabûna cihû şûna Trump û berjewendiyên  gelê Emerîkayê.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand serr gotinên  nû yên  Trump li bara Îranê li hevpeyvîna  bi rojnama  emerîkî ya  Wall Street Journalê re destnîşan kir: Mixabin serokkomarê Emerîkayê edet kiriye  hin destanên  pûç û bêbineh li dijî Îranê bixe rojevê.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Li bara  gotinên  Trump drehq vê yekê ku  Îran beriya  hizûra xwe li Koşka Sipî li halêî girtina hemî cih û deran yanê cihê mîna  Sûriyê û Yemenê ye û got: Îran li tu dewreyekê li çend sed salên buhurî destdirîjî nekiriye ser axa  welatên din û qet çavê xwe bernedaye  buhustek ji axa biyaniyan û dê  qet wisa jî neke. Îranê beriya hizûra Trump jî cihek negirtibû ku piştî hatina wî û dreketian wî ji rêketian navokî niha jê derkeibe an siaysetên xwe biguhere.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  siyasetên  maqûl û bingehîn ên  Îranê li karûbarên navçê tam zelal û eşkere ne û destnîşan kir: Siyasetên  navçeyî yên  Îranê hemen siyaseta  rawestana li ber fanatîzm û terorîzmê, hewldana  ji bo pêkanîna  aşaitî û ewlehiyê li navçê û cihhatina  geşatiyê li hemî welatên Rojhilata  Navîn e û ser daxwaza dewleta Sûriyê, bona rawestana li ber terorîzmê û raberkirina  alîkariya misteşarî li vî welatî de bi cih bûye.

Başa dön tuşu