Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê diyar kir: Serokkomarê Emerîkayê rewşa navçê, dîrokê û taybetmendiyên gelên wê û alugurên salên buhurî baş nas nake.
Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja îniyê li gotûbêja bi ISNA`yê re destnîşan kir: Şêwirmendên bi nav û deng ên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê mixabin bêyî ku berjewendiyên gelê vî welatî nas bikin, bi raberkirina lêzanînên şaş ku ji hin komên terorîstî û hogirê mudaxilekirina Emerîkayê li karûbarên navça Rojhilata navînê, dibin sedema xerabûna cihû şûna Trump û berjewendiyên gelê Emerîkayê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand serr gotinên nû yên Trump li bara Îranê li hevpeyvîna bi rojnama emerîkî ya Wall Street Journalê re destnîşan kir: Mixabin serokkomarê Emerîkayê edet kiriye hin destanên pûç û bêbineh li dijî Îranê bixe rojevê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê Li bara gotinên Trump drehq vê yekê ku Îran beriya hizûra xwe li Koşka Sipî li halêî girtina hemî cih û deran yanê cihê mîna Sûriyê û Yemenê ye û got: Îran li tu dewreyekê li çend sed salên buhurî destdirîjî nekiriye ser axa welatên din û qet çavê xwe bernedaye buhustek ji axa biyaniyan û dê qet wisa jî neke. Îranê beriya hizûra Trump jî cihek negirtibû ku piştî hatina wî û dreketian wî ji rêketian navokî niha jê derkeibe an siaysetên xwe biguhere.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku siyasetên maqûl û bingehîn ên Îranê li karûbarên navçê tam zelal û eşkere ne û destnîşan kir: Siyasetên navçeyî yên Îranê hemen siyaseta rawestana li ber fanatîzm û terorîzmê, hewldana ji bo pêkanîna aşaitî û ewlehiyê li navçê û cihhatina geşatiyê li hemî welatên Rojhilata Navîn e û ser daxwaza dewleta Sûriyê, bona rawestana li ber terorîzmê û raberkirina alîkariya misteşarî li vî welatî de bi cih bûye.