ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Sîyaseta Amerîkayê piştgirîya ji rêjîmên têrorîstperwer e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Têrorîsm û tundrêtîya li deverê û cîhanê ji sîyasetên neberaqil ên Amerîkayê yên piştgirîya ji rêjîmên têrorîstperwer û têrorîsma dewletî ya Rêjîma Sîyonîst çavkanîyê digire.

Cêymz Metîs (James Mattis) wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê li hevpeyvîna ligel malperanûçan a Dêylî Kalirê (Daily Caller) got: “Jibo ku peywendîyên dualî yên erênî di navbera Îran û Amerîkayê da destpê bibin, pêwîst e ku pergala hikimdar li Îranê bê guhertinê.“

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karên Dervev ya Îranê jî şeva buhurî axavtinên destwerdanê yên wezîrê berevanîya Amerîkayê li bara Îranê ret kirin û sîayseta kevin û bêencam a Amerîkayê ya birêxistna bêtifaqîyê di navbera gel û pergala islamî li Îranê mideha nêzî 40 salên buhurî da bibîr xist û got: Wezîrê berevanîya Amerîkayê li halekî Nizama Komara Islamî li nav gelê Îranê nizamek nayê hebandinê dide nîşandanê ku pişkdarîya zêde ji sedî 70`yê gelê Îranê li hilbijartinên serokomarîya Îranê di 19`ê Gulana îsal de berçav nagire.

Qasimî herwiha got: Amerîka pişta wan rêjîmana li navçê û cîhanê digire ku tiştek ji serdestîya gelanî û hilbiajrtinan fem nakin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha bal kişand ser pûçbûna plana xeyalî ya tawanbarkirina Îranê li warê têrorîa sefîrkî bîyanî ku li gorî plankarîya Amerîkayê û bi alîkarîya welatekî herêmê çend salan berî niha li Waşîngtonê hat hilêxistinê û got: Pergala Amerîkayê û şexsê wezîrê berevanîyê yê niha yê vî welatî xwe sembola têrorîsmê û binpêkirina mafên mirovan in û gelê navçê û cîhanê rola wan li kuştina gelê bê guneh ê Iraqê li Felûce û Hedîsê jibîr nekirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu