ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Siyasetên Îranê li çarçova hevhatin û hevkariya cîhanî ne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî got: Komara Îslamî ya Îranê bi gişt welatên cîhanê re rê dikeve û amade ye ji bo hevkariya bi wan re û sefera şandiyên serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bo welatên cîhanê ji bo ravekirin û zelalkirina dîtin û helwêstên Tehranê li meselên curbicur e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî piştî ku balkişand ser sefera şandiyên serokomarê Îranê bo welatên cîhanê got: Piştî derketina neqanûnî û derveyî qayide û qirarên navneteweyî ya serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji Peymana Navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1, rayedarên îranî bi taybet yên wezareta derve ya Îranê û wezîrê derve yê vî welatî liv û tevgerên zav dane despêkirin ji bo şirovekirina bêsoziya Amerîkayê ya derheq pêsparteyên navneteweyî, ji bo welatên cîhanê

Qasimî got: Piştî muzakireya wezîrê derve yê Îranê bi hin rayedarên welatên cîhanê re biryar hat dayîn ku peyamên serokomarê Îranê ji bo hevtayên wî li cîhanê de werin şandin û ew derheq bûyer û guhertinên dawiyê û helwêstên Komara Îslamî ya Îranê  li çarçova Peymana Navokî werin agahdarkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Bê şik asta muzakireya bi welatên curbicur li gor rewşa û çawaniya pêwendiyên du alî, mêjûya pêwendî û hevkariyan û bandora welatan li cîhanê û li ser Konseya Ewlekariyê ya NYê bi ferq û tefut dibe, çûnku welatên cîhanê anegorî girîngî û cih û şûna xwe li cîhanê de di nav siyaseta Îranê cih û şûneke xwe ya cufa heye û eva karekî normal e li cîhanê de.

Başa dön tuşu