AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran 20 balafirên kurtmenzîl ji Fransayê dikire

Peymana kirrîna 20 bsalafirên ATR 72-600, di navbera şîrketa geştên esmanî ya HOMA ya Îranê û şîrketa balafirçêkirinê ya ATR a Fransayê hat wajokirinê.

Li gorî nûçen SAHAR TV ji zarê rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, nunerên şîrketa ATR a Fransayê û rêvebirê şîrketa HOMA ya Komara Islamî ya Îranê duh danê êvarê li merasima wajokirina vê peymanê amade bûn.

Ji sedî 50`yê şîrketa balafiran a ATR`ê ya şîrketa Airbus a Fransayê ye û ji sedî 50`ya din jî ya şîrketa Leonardo ya Îtalîyayê ye.

Balafira ATR balafireke navçeyî ye ku dikare 74 rêwîyan hilgire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu