ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Şopandina karesata Minayê li asta navneteweyî didome

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî roja duşemiyê li civîna rojnamevaniyê li koma nûçegihanan li bara  şopandinên karesata Minayê got ku komîteyek li wezareta  karên derve ya Îranê hatiye avakirin ku bi hevkariya dezgehên din meselê li asta navneteweyî dişopînin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir behsên curbicur li sala buhurî li bara karesata Minayê hatin hilkolandin ku yek ji  rêçareyan, behsên hiqûqî bûn û li vê barê tev mafnasên navneteweyî û îranî jî gotûbêj pêk hatîye.

Berdevkê wezareta  karên derve ya Îranê li bara rawestana  li ber terorîzmê li navçê jî got ku Komara Îslamî ya Îranê xwe goriyê terorîzmê dizane û jibo rawestana li hember vê diyardeya kirêt pêşneg e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha li bara alûgurên Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku mudaxila biyaniyan mesele aloztir kiriye û hêvî kir di pêşerojeke nêzîk da rêçareya kêrhatî û ser qazanca  xelkê Sûriyê û navçê hasil bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu