AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran 20 balafiran ji şîrketa ATR`ê dikire

Wezîrê çêkirina rê û bajêran ê Îranê ragihand ku Têhran di pêşerojeke nêzîk da yê peymana kirîna 20 balafiran ji şîrketa fransî-îtalîyayî ya ATR`ê ra girê bide.

Ebas Axûndî wezîrê çêkirina rê û bajêran ê Îranê duh li rex merasima daketina yekemîn balafira Airbus li balafirgeha Mêhrabadê ku Îranê ji Fransayê kirîye got ku li gorî peymanên ku Îranê bi şîrketên mezin ên sazkirina balafiran ra wajo kirine, 200 balafir yê radestî vê şîrketê bên kirinê ku 100 lib ji wan yên Airbus`ê û 80 jî yên Boîngê e û peymana kirîna 20 balafiran jî yê bi zûtirkê bi kompanîya ATR`ê re wajo bike.

Yekem balafira Airbus ji koma balafirên ku Îranê ji vê kompanîya fransî kirîne, duh li balafirgeha Mêhrabad a Têhranê daket.

Di vî halî da, Fabîyos Birêjîr rêvebirê şîrketa Airbus`ê ku duh bi wê balafirê giheşte Têhranê got: Îran Air û Airbus`ê bi dû muzakireyên Çileya 2016`an lihev kirin ku Airbus 100 balafirî bifiroşe Îranê û bi vî awayî peywendîyên şîrketa Airbus`ê ligel Îranê piştî 40 salan careka din destpê bûn.

Birêjîr herwiha got ku nûjenkirina balafirên Îran Air`ê yê bibe sedema zêdebûna rola Airbus`ê li bazarên cehanê nemaze li rojavaya Asîyayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu