Qasimî: Terorîst tola işkestên xwe ji gelê bêgneh ê Sûriyê hil didin
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, çarşemiyê şevê tevî şermezarkirina êrişên teqînê yên duh yên terorîstan li Şamê, destnîşan kir: Dema terorîstên binasneme li bereyên eskerî û siyasî işkest xwarin, teror berfireh kirin û da ku qaşo bi rijandina xwîna welatiyên bêguneh, işkestên xwe kêmreng bidin xûyanê.
Behram Qasimî, tev dewlet û gelê berxwedêr ê Sûriyê hevderdî kir û destnîşan kir: Artêşê, hêzên gelanî û hêzên berxwedanê bêhna terorîstên xwînmij li Sûriye û Iraqê çik kirine û bê guman kiryarên wiha nemirovane û cinayetên hanê nikare cardinê wan vegerîne jiyanê.
Duh li encama teqîna terorîstî li navenda herî mezin a dadweriya Sûriyê li Şamê, herîkêm 31 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.
Her wiha êrişkeke terorîstî duh berêvarê li xwaringeha parkekê li navça Rebweyê, bakurê rojava Şamê qewimî ku li encama wê hejmarek ji welatiyên sûrî hatin kuştin an birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)