Qasimî: Trump tenê arizûyên xwe yên batil û nepêkan tîne zimîn

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di bersiva gotinên dubarekirî û bêbingeh ên Serokomarê Amerîkayê derbarê Îranê û idiaya wî derheq meyla Têhranê ji bo muzakira digel Waşîngtonê da got: Trump tenê arizûyên xwe yên batil û nepêkan anîne zimîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Serokomarê Amerîkayê Donald Trump wekî berê bêyî ku dersekê ji alûgurên dehsalîyên vê dawîyê fêr bibe û venihêrînê li sîyasetên tam çewt ên rayedarên berê yên vî welatî yên li hemberî Rojhilata Navînê û Îranê, careka din gotinên nemaqûl û ji ber nefretê derbarê gelê vî warê kevnare da hilêxistine ku ew gotin careka din dubarekirina zêdexwazî û xwemezinkirina zilhêzên sedsalên navîn in û dema wan buhurî ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî li ser gotinên Trump derbarê Îranê da digel rastîyên heyî qet naguncin û got: Xeyal û karên dijminane yên amerîkîyan heta niha tevî hemî hewildanên bikîn ên wan li hemberî gelê Îranê hîç encamek tinebûne û bê şik di pêşçerojê da jî tu encamekê bi dest naxin.
Behram Qasimî herwiha got: Serokomarê Amerîkayê dizane ku Komara Islamî ya Îranê bi dehan sal e ku pêrgî zext û boykotên Amerîkayê bûye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir ku bila Trump bizane gelê Îranê tu wexta li hemberî zextên zalimane yên Amerîkayê xwe natewîne û ew jî li hemberî hikimdarên ku di dewsa rêzgirtinê da boykotê û di dewsa pirê da lêkirina dîwêr hildibijêrin.
Qasimî herwiha got: Îranî di dîroka xwe ya tijî şanazîyê de fêr bûne ku çawan li hemberî zêdexwaz û zorbêjan li ber xwe bidin û hewildanên wan pûç bikin.