Qasimî: Wezîrê karên derve yê Îranê diçe Sengapûrê
Berdevkê Wzareta karên derve ya Îranê got: Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve bona îzmekirina peymana hevaltiyê ya Komara Îslamî ya Îranê û Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayaê (ASEAN) li rojên tê sefera Sengapûrê dike.
Behram Qasimî destnîşan kir: Lihevkirina welatên başûrê rojhilata Asiyayê li warê qebûlkirina Îranê wek endamê peymana hevaltiyê (TAC) tev Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê (ASEAN), nîşana giringiya peywendî û hevkariya tev Îranê wek qaweteke giring û bibandor li hevsengiyên navçeyî û navneteweyî, ji aliyê hemî endamên vê yekitiyê va ye.
Wezîrên karên derve yên Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê(ASEAN) ji sibê Duşemiyê va bo şeş rojan li Sengapûrê dicivin ku li bara mijarên navçê û dervey navçê têkildarî vê yekitiyê û peymana TAK gotûbêjê dikin.
Yekitiya Welatên Başûrê Rojhilata Asiyayê (ASEAN), Malizya, Endûnizya, Taylend, Viyetnam, Kamboc, Fîlîpînê, Sengapûr, miyanmarê, Laosê û Broniyê, yanê deh welatên başûrê rojhilata Asiyayê digre ber xwe.
Civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê, pêncê Tîrmeha 2018` an pêşnumaya endametiya Îranê nava peymana hevaltî û havakriyê li başûrê rojhilata Asiyayê nasiyar bi TAC, pêşnumaya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê piştrsat kir.
Peymana hevaltî û havakriyê li başûrê rojhilata Asiyayê nasiyar bi TAC, Sibata 1967`an ji aliyê welatên Endûnizya, Malizya, Taylend, Fîlîpîn û Sengapûrê va hat wajokirin û niha 30 welat tevlî wê bûne.