Qasimî: Zerîf şemiyê diçe Moskowayê
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja îniyê got: Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sibê bona beşdariya li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li bara Sûriyê dê sefera Moskowayê bike.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrên karên derve yên sê welatan, 16 Adara 2018` an jî li Astana paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê li dora hev civiyane.
Sê wezîran her wiha hevritiya serokkomarên xwe li civîna Enqerê li 4 Nîsana 2018` an li bara Sûriyê kirin.
Wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê pêştir jî bi awayekî sêalî li bara Sûriyê şêwirîbûn.
Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji welatên bibandor ên navçê tim li dû çareserkirina qeyranên Rojhilata Navîn ji wan qeyrana Sûriyê ji riya gotûbêjê û siyasî bûye.
Di hemen çarçoveyê de, muzakirên Astanê ji Çilla 2017`an bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê destpê bûye.
Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanan ji bo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû.