İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî: Zerîf şemiyê diçe Moskowayê

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja îniyê got: Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê sibê bona beşdariya li civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li bara Sûriyê dê sefera Moskowayê bike.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Wezîrên karên derve yên sê welatan, 16 Adara 2018` an  jî li Astana  paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê li dora hev civiyane.

Sê wezîran her wiha  hevritiya serokkomarên xwe li civîna  Enqerê li 4 Nîsana 2018` an  li bara Sûriyê kirin.

Wezîrên karên derve  yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê pêştir jî bi awayekî sêalî li bara  Sûriyê şêwirîbûn.

Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji welatên bibandor  ên navçê tim li dû çareserkirina  qeyranên  Rojhilata Navîn ji wan qeyrana  Sûriyê ji riya  gotûbêjê û siyasî bûye.

Di hemen çarçoveyê de, muzakirên Astanê ji Çilla 2017`an bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya  Rûsiyê û Tirkiyê bi armanca  damezrandina aşitiyê li Sûriyê destpê bûye.

Qeyrana  li Sûriyê ji sala 2011`an  bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanan ji bo guhertina muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma  Siyonîstî destpê bû.

Exit mobile version