İslami Davet Kurdi Bange İslami

Qasimî:Bila Yekitiya Ewrûpayê li bara dewama Peymana Navokî biryareke lezgîn bide

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, xwest ku bila Yekitiya Ewrûpayê li bara şêwaza dewama Peymana Navokî biryareke lezgîn bide.

 Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB News`ê li beşa derveyî sînoran, Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja duşemê li civîna rojnamevaniyê tev nûçegîhanên navxweyî û biyanî li bara dewama Peymana Navokî got: Ji ber derketina neqanûnî ya Emerîkayê ji vê peymana navneteweyî, divê Yekitiya Ewrûpayê garantiyên pêwîst ji bo dabînkirina  berjewendiyên Îranê bide.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Yekitiya Ewrûpayê saziyeke mezin e bi brokrasiyeke  taybet, lê ger Ewrûpa dixweze Îran di Peymana Navokî de bimîne divê eşkera û bi lezgînî hin biryaran bide.

Qasimî her wiha li bara biendîşebûna ewrûpiyan li bara bernama mûşekî û rola Îranê li navçê jî got: Komara Îslamî ya Îranê li dû ewlehî û aşitî û aramiyê li navçê ye ku bi lihevkirin û hevkariya gişt welatan serê xwe digre.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê û hin nûçgîhanên din li bara weşandina nûçên newekhev ji Sûriyê û raghandina  Rûsiyê derheq derketina hêzên biyanî ji welatê hanê got: Hizûra şiwirkarên îranî li Sûriyê ser daxwaza dewleta vî welatî bûye û armanca vê mayînê, rawestana li ber terorîzmê ye û li hevdîtinên vê dawiyê yên rayedarên  Îran û Rûsiyê tu carî li bara derketina şiwirkarên îranî ji Sûriyê gotûbêj nehatiyekirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara hevdîtina sibê sêşemê ya Donald Trump serokomarê Emerîkayê û Kîm Cûng Ûn, serokê Koreya bakurî li Sengapûrê got: Komara îslamî ya Îranê ji damezrandina  aşitî û aramiyê li nîvgirava Koreyê pêşewaziyê dike, lê Koreya bakurî divê li bara  Emerîkayê bi hişyarî reftarê bike ji ber ku Emerîkayê nîşan daye ku geşbîniya derheq soz û qirarê wê, şaşitî ye û  bûyerên curbicur ên cîhanê vê meselê piştrast dikin.

Qasimî li bara endametiya dayim a Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê jî got: Îran wek endamê çavdêr li dû endametiya dayim li Şanghayê ye ku ev yeka hewceyî bi demeke zêdetir heye, tevî ku pêngavên baş ji bo endametiya dayim a Îranê li vê rêxistinê hatine rakirin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li bara lidarxistina civîna tê ya koma terorîstî ya Munafiqîn li Fransayê jî got: Munafiqîn mêjoyeke  xwe ya dirêj li warê terorîzmê û kiryarên bi dijminatî li dijî gelê Îranê heye û nabe dewleta Fransayê pîvanên newekhev bikar bîne û  rê bidin wan ku hin civînan li Parîsê li dar xînin.

Exit mobile version