ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî:Buxtanên Herîrî li dijî Îranê ji ber tesîra heêwêstên Erebistanê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, cardinê tawanên serokwezîrê îstifakirî yê Lubnanê li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêbingeh û ji ber tesîra helwêstên Erebistanê da zanîn.

 Behram Qasimî. du berêvarê li gotûbêja bi IRIB Newsê re li bara rola Erebistanê li îstifaya bi şik  û guman a Sed Herîrî diyar kir: Mixabin Herîrî îstifaya xwe ku meseleyeke  navxweyî ye û dikare  normal be li paytexta welatekî din ku li navçê, armancên taybet dişopîne, raghand.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Wer tê xûyanê ku kiryara Sed Herîrî destpêka hin komployên din be ku jibo navçeyê hatine darêştin.

Behram Qasimî destnîşan kir: Helbet ev kiryara  jî mîna berê dê bêguman işkestê bixwr û naghêje tu encamê lê lê divê gelê navçê bitaybet gelê Lubnanê bala xw bidin  ku van rojana bi feraset, hesasiyet û hişmendiay zêdetir derbas bikin.

Sed Herîrî serokwezîrê Lubnanê rojaşemiyê li Riyazê paytexta Erebistana Siûdî ji posta xwe îstifa kir. Sed Herîrî piştî îstifaya xwe Îranê bi mudaxila li welatên ereb ên navçê ji wan li Lubnanê tawanbar kir û îdia kir: Hizbullaha Lubnanê, basikê Îranê li navçeyê ye.

Başa dön tuşu