Behram Qasimî duşemiyê şevê got : Li vê barê dikarin balê bidin ser pêkanîna komîteyeke hevpar ji wezareta tendrustiyê, derman û hîndekariya pizîşkiyê, lêkolîn û teknolojiyê û hêza ewlehiya Îranê li wezareta karên derve.
Qasimî destnîşan kir: Komîta hanê karê xwe destpê kiriye û dê bi zûtirkê riyên baş û pêkan jibo rewşa nû texmîn bike .
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ev komîteya li du rojên buhurî hin rêçare berçav giritne û ji balyozxanên Îranê li seranserê cîhanê re ragihandiye û got : Ev ferman û rêçare jibo parastina cih û şûna îraniyên dervey welêt bitaybet kesên ku renge li Emerîkayê rastî hin pirsgirêkan werin, hatiye amadekirin.
Waşengton û Riyazê di kiryareke hevdeng, Trump îniyê şevê bi îdiaya rawestana li ber terorîzmê fermana cihanîna hin sînorên berfireh jibo derbasbûna penaber û koçberan ji welatên Îslamî ji wan Îran, Iraq, sûdan , Somalî, Lîbya, Sûriye û Yemenê bo nav axa Emerîkayê wajokirin.
Ev kiryara serokkomarê Emerîkayê tenê çend mehan piştî eşkerebûna hizûra 15 welatiyên siûdî li bûyera terorîstî ya 11 Îlona 2001`an ku bircên cêwî li Niyoyorkê û hin navendên hestyar li Waşengtonê kiribû hedef, cih hat .
Piştî eşkerebûna hin belgeyan li bara beşdariya welatiyên siûdî li vê operasyona terorîstî, piraniya malbatên goriyên emerîkî li dijî dewleta siûdî doz vekirin û her du partiyên Komarîxwaz û Demokrat jî ser eşkerekirina belgeyan sekinîn lê siûdiyan gef li serokkomarê hîngê yê Emerîkayê, Barak Obama xwarin ku dê100 milyar dular ji dirav û heyitiyên xwe derxînin û ew neçar kirin dev ji meselê berde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)