Qayîmeqamî û konseya bajarê Telkîfa Mûsilê ketin bin kontrola hêzên iraqî
Fermandetiya operasyona `Qadimûn ya Neynewa` yanî `Neynewa wa em tên` ragihand ku avahiya qayîmeqamî û konseya bajarê Telkîfê hatiye azadkirin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê El-Sumeriye Newsê, fermandetiya operasyona `Qadimûn ya Neynewa` ragihand ku hêzên iraqî li dewama operasyona azadkirina bajarê Telkîfa Mûsilê karîn ku qayîmmeqamtî û konseya bajarê vî bajarî ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.
Hêzên hevpar ên iraqî îro pênşemiyê operasyona azadkirina bajarê Teklîfê li 18 km ya bakurê rojhilata Mûsilê destpê kirin .
Li gorî vê raporê, pêşdeçûna hêzên iraqî ji sê mêhweran ber bi bajarê Telkîfê destpê bû û ev hêza karîn li destpêka operasyona xwe 5 taxên Telkîfê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.
Bajarê Telkîfê ketiye bakurê rojava Iraqê û ser bi parêzgeha Neynewayê ye ku piraniya xelkê vî bajarî file ne.
Operasyona azadkirina Neynewayê ji meha yekê ya payîzê ve destpê bûye û ji hîngê va heya niha hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsê federal û xhêzên webeşx ên gelanî û pêşmerge bi sedan Km Çarkunc û bi dehan dever û taxên parêzgeha Neynewayê ji bin lepên terorîstên DAIŞê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)