AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Qaymeqamê Urmiyê bal kişand ser peywendiyên dîplomatîk ên Îran û Tirkiyê got: Sînorên dirêj ên van welatana sînorên herî aram û sembola aşitya navçê ye

Ebas Huseynxanî roja çarşemiyê li hevdîtina  xatirxwestinê ya  Mehmet Bûlût, serkonsûlê Tirkiyê li Azerbaycana rojava  got : Azerbaycana  rojava bi Tirkiyê re  nêzîkatiya  olî, çandî û zimanî heye û tevî hebûna  selîqên curbicur ên du welatên Îran, Tirkiye bi hev re hevrê ne. Wî diyar kir: Welatên  Îran û Tirkiyê mîrata hevpare  menewî ya  pir zav hene û ev mîrata  li qahîmkirina  peywendiyên dîplomatîk ên du welatan bibando e.

Wî bal kişand ser lidarxistina  civîna Astanê bi beşdariya  welatên  Tirkiye û Îranê û welatên  misilman  ên navçê li bara rewşa Sûriyê got : Dema mirov dikarin  bi gotûbêjê û hevkariya kêrhatî pirsgirêkan çareser bikin nabe  bi şerxwaziyê bibin sedema  awarebûna  jin û mêr û zarokan.

Qaymeqamê Urmiyê diyar kir: Armanca  lidarxistina vê civînê gihêştina bi xaleke hevpar li bara meselên Sûriyê ye û eva nîşan dide  dîplomsî û gotûbêj rêçara hemî pirsgirêkan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu