NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Tertûsa Sûrîyê bombe teqîya, 2 kes hatin kuştinê

Li halekî ku agirbesa seranserî li Sûrîyê ketîye roja sêyem, di encama teqîna bombekê li bajarê perravî yê Tertûsê da, herîkêm 2 kes hatin kuştinê.

Televîzyona dewleta Sûrîyê îro ragihand ku 2 xwekujan piştî ku ji alîyê hêzên ewlehîyê va hatin sekinandinê, madeyên teqandinê yên bi xwe ra teqandin ku di encamê da 2 hêzên ewlehîyê hatin kuştinê.

Li gorî vê raporê, di encama vê teqînê da çend kes jî birîndar bûn.

Bajarê Tertûsa Sûrîyê ku mazûvanîya baregeha hêzên deryayî yên Rûsyayê dike li şerê navxweyî yê Sûrîyê ku ji sala 2011 va destpê bûye û di encamê da bi sedan hezar kes hatine kuştinê û bi milyonan kes jî bê mal û bê war bûne, gellek neketîye ber xisarê.

Êrişa têrorîstî li tertûsê li halekî pêk hatîye ku li gorî lihevkirina Rûsîye û Tirkîyê, agirbeseke seranserî ji sibeya înîyê va li Sûrîyê destpê bûye.

Ew lihevkirina roja şemê li civîna Konseya Ewlehîyê ya NY jî hat hilêxistinê û endamên wê ew pejirandin.

Başa dön tuşu