CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Qedexeya derketinê li ser Rêberê dijberên dewleta Vinêzoêlayê hat sepandin

Dadgeha Bilind a Vinêzoêlayê Sêşemiyê bi şev daxwaza Dozgeriya giştî ya vî welatî derbarê qedexetiya derketinê û girêdana hisabên bankî yên Xuwan Guaydo, rêberê dijberên dewleta Vinêzoêlayê pesend kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Her wiha daxwaza Tariq Wîliyam Sam (Tarek William Saab) Dozgerê giştî yê Vinêzoêlayê, lêkolînên dadweriyê derbarê çalakiyên Guaydo li dijî dewleta bijartî ya vî welatî û têkilliya wî digel welat û rêxistinên sîxoriyê yên biyanî dest pê bû.

Dozgeriya giştî ya Vinêzoêlayê roja Sêşemiyê ji dadgeha bilind a vî welatî xwestibû ku bi dayîna biryara qedexetiya derketinê û girêdana hisdabên bankî yên Xuwan Guaydo, lêkolînên seretayî yên dadweriyê jibo hilkolandina tawanên wî dest pê bike.

Tariq Wîliyam Sap ragihandibû ku karê Guaydo bi nasandina xwe wek serokomar, bûye sebeba pêkhatina tundiyê li vî welatî.

Xuwam Guaydo Çarşemiya bihurî bi piştgiriya Amerîka û hevpeymanên wî welatî, xwe wek serokomarê Vinêzoêlayê da zanîn. Karê ku dewlet û gelê Vinêzoêlayê ew wek darbeya li dijî Nîkolas Madoro, serokomarê bijartî yê gel, dan zanîn.

Amerîka û hevpeymanên wî welatî bi piştgiriya ji Xuwan Guaydo, li dû pêkanîna darbeyê li Vinêzoêlayê ne.

Başa dön tuşu