CîhanNûçeRojhilatanavin

Qedexeya Trump a vîzeyan li Chicagoyê hat protestokirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo 6 welatên ku piraniya wan misilman bû biryara qedexeya sînorkirina vîzeyê deranî bû. Li Chicagoyê qedexeya Trump a vîzeyan hat protestokirin.

Xelkê bajarê Chicago yê Amerîkayê li dijî biryara Donald Trump a qedexeya sînorkirina vîzeyan derketin û ew protesto kirin. Biryara qedexeya nû ya Trump ji terefê du dozgerê federal ê eyaleta Hawaiiyê ve hatibû rawestandin.

Çalakiya ku ji terefê grûba ‘Tevgera Ereb a Amerîka’ ve hatibû organîzekirin li pêşberî Ajansa Pasaport a Chicagoyê pêk hat.

Grûba 100 kesî ku piraniya wan ji terefê misilmanên amerîkî ve pêk hatibû bi dirûşmên ‘Ji Amerîkaya faşist re na’, ‘Ji dîwar, fîşkirin û qedexebûnê re na’ û ‘Ji bo herkesi demokrasî’ meşiyan.

Piştî axaftinê, çalakvanan sloxanên ‘Ji Amerîkaya nîjadperest û ji Trump re na’, ‘Tirs jî û acizî tuneye’, ‘Penaber bi xêr hatin’ û ‘Edalet tunebe aştî jî tuneye’ avêtin. Çalakvan piştî protestoyê bê bûyer belav bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu