ÎranNûçeRojhilatanavin

Qedirzaniya Rêberê mezin ê Cihana Îslamî ji canfidayiya personelên agirtemirandinê li bûyara Plaskoyê

Rêberê mezin ê Cihana Îslamî li peyamekê Qedirzaniya canfidayiya personelên egîd û xwedêbawer ên agirtemirandinê li bûyara avahiya Plaskoyê ya Tehranê kir û di dewamê de desnîşan kir ku gişt netewê Îranê bi viyan û mêrxasiya van personelan ku ji îmana wan a qahêm çavkanî digire, şanaziyê dikin û bi vê yekê serbilind in.

Rêberê mezin ê Cihana Îslamî Hz. ayetullah uzma Xamineyî roja yekşemê li peyamekê bi hurmet û qedirzanîna canfidayiya mezin û mezlûmane ya personelên mumin û dilpak ên agirtemirandinê li bûyera Plaskoya Tehranê bi bîrxist: Ev mêrxasana ji bo filitandina can û malê hevwelatiyên xwe bi egîdî û mêrxasiyeke bê mînak û ecêbatîsazxwe avêtin nav agir û kawiliyan û can û jiyana xwe xistin talukê û xwe kirin gorî.

Li peyama Rêberê mezin ê Cihana Îslamî herwiha hatiye diyarkirin ku van şehîdan cardin bîreweriyên canfîdayiyên dewrana berevaniya pîroz sax kirin û nîşan dan ku îraniyê mumin bi viyaneke qahêm û bi egîdî û mêrxasiyeke bê mînak li riya Xwedê teala canê xwe bê ti mihaneyekê fida dikin.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî herwiha diyar kir: Niha divê bîra canfidayiya mezin û mezlûmane a personelên agirtemirandinê yên mumin û egîd ên netewê Îranê li dîrokê were qeydkirin û ragirtin û hertim hurmet ji vê yekê were girtin û divê her kes van mêrxasên ku bi rastî em dikarin wan lehengên bê îdia û dilpak bizanin nas bike û dersa ku wan hînî hemyan kir ti caran neyê jibîrkirin.

Avahiya ticarî ya Plaskoyê li navenda Tehranê roja pêncşemê 19 Çileya 2017 agir pêket û bitûm hilweşiya li vê bûyerê de 16 personelên egîd ên agirtemirandinê  û 4 kes ji welatiyên îranî li bin awar û kawiliyan jiyana xwe ji dest dan.

Merasima oxirkirin û birêxistina meytên şehîdên vê bûyerê îro 30 çileyê li nimêjgeha mezin a Tehranê bi rê ve diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu