Serokê meclisa Lubnanê destnîşan kir, Konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê mecalekî ducariye bona piştevaniya ji Lubnanê û bereya berxwedanê.
Li gor rapora IRIB News`ê, Nebî Birî Serokê meclisa Lubnanê li gotinên xwe yên îro sêşemê li konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê li Têhranê destnîşan kir; Komara îslamî ya Îranê ji destnîşan kir, Konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefazeya Filistînê mecalekî ducariye bonaqedrzaniya ji Îranê ji ber piştevaniya Têhranê ji artêş, gel û berxwedana Lubnanê ku bûye sebeb hêzên me bikaribin pişkên girîng ji axa xwe ji destê rejîma Siyonîst derxînin ku serê axirê ev rejîma neçar bû biryarnama 1701 a Konseya Ewlehiyê yanî biryarnama kutahiya şerê 33 rojî qebûl bike.
Nebî Birî Herwisa destnîşan kir ku berxwedana Lubnanê mînakek ji işkesta Rejîma Siyonîstî û jinavçûna tirsa ji vî rejîmî ye.
Li konferansa şeşan a navnetewî ya piştevaniya ji întefazeya Filistînê ku bi gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba îslamî ya Îranê destpê bû, serokên sê dezgehên sereke yên welêt, wezîrên dewletê, nunerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û fermandeyên grûpên berxwedanê beşdar bûne.
Druşmeya şeşmîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana gelê Filistînê, `Hemî bi hev re jibo piştgiriya ji Filistînê` ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)