ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Têhranê li hemberî buxtanên ku paşayê Erebistanê li dijî Îranê li Malezîyê hilêxistin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hember daxûyaniya dawiyê ya sefera paşayê Erebistanê bo Kuwalalampûrê got: Em li bendê ne dewleta Malizyayê nekeve nav meselên ku ji hêla derûdorên tam gumanbar û jibo lawazkirina cîhana îslamê tên hilêxistin û weşandin.

Li gorî rapora Pars Todayê, Behram Qasimî, roja pênşemiyê îdia û xeysalên li bara mudaxila  Îranê li karûbarên welatên  navçê  li nav daxûyaniya  dawiyê ya sefera paşayê siûdî  bo Kuwalalampûrê pûç dan zanîn û ew dewama hewldanên derew û plankirî yên Erebistanê dan zanîn.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got : Nifûz û bandora çandî ya welatekî vedigere dîrok, çand, zengînî û kevnariya  medeniyeta wî û tişteke zatî, çandî û tam  normal û gelanî ye û bi tu amûreke eskerî û aborî û heta siyasî bidest nakeve.

Qasimî tekez kir: Siyaseta bingehîn a Îranê wekî welatekî bibandor û aşitîxwaz, ser bingeha parastina hurmeta  dualî û mudaxilenekirina  li karûbarên  welatên din û  şopandina siyaseta  cînaretiyê û hevkariya tev welatên cînar û welatên navçê û cîhanê jibo xurtkirina aramî, ewlehî û aşitiyê û rawestana  li hember terorîzmê bûye û yê berdewam be jî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha diyar kir: Bêguman reftara  kirêt a dewleta Malizyayê li şopandina van cure  mijarên derew û pûç, komploya derûdorên  siyonîst ye ku armanca wê derbelêdana li  yekitiya cîhana Îslamê ye û eva qet destekê nade pêvajoya ber bi pêş a peywendiyên  Îran û Malizyayê.

Qasimî destnîşan kir:Şîreta ji dil û can a Îranê li hemî welatên îslamî ji wan Malziyê ew e ku  bi hişyarî û bi hûrî û kûrî rewşa navçê û cîhanê hilkolînin û nekevin nav behsên ku li dijî xala  dostî û peywendiyên biaşitî yên her du welatan in.

Erebistan û Malizyayê di dawiya sefera melik Selman bo vî welatî daxûyaniyeke hevpar dan û têde li dijî Îranê tawanên pûç hilêxistin û Tehran bi mudaxila  li karûbarên  navxweyî yên  welatên navçê tawanbar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu